Quantcast
Channel: Transnational Middle-East Observer
Viewing all articles
Browse latest Browse all 1802

Response PKK/KCK to Hemin Hawrami (KDP)

$
0
0
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, têkildarî gotinên bêhurmet û bêrêz ên yek ji berdevkê Têkiliyên Derve yê PDK’ê Hemin Hewramanî ku li hember Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş got ku tam di wesfa provokasyonekê de ye.
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, têkildarî gotinên Hemin Hewramanî yê yek ji berdevkên Têkilîyên Derve yê PDK’ê ye daxuyaniyek da.  Komîteya Têkiliyên Derve got,  “Yek ji berdevkên têkiliyên derve yê PDK’ê Hemin Hewramanî, di demeke ku herî zêde pêwîst e Kurd bibin yek, li hember Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş gotinên bêrêz û bêhurmet kirin tam di wesfa provokasyonekê de ne. Mafê her kesî heye ku fikrê xwe yê siyasî û projeyên xwe yên siyasî pêşkêş bike. Hemin Hewramanî li şûna fikra xwe ya siyasî bêje, mîna li hember dijminê xwe daxuyaniyan bide li hember Hevserokê me Cemîl Bayik û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi uslûbekî ku ne li gor exlaqê siyasî ye nirxandin kirine.  Rêveberiya Tevgerê her çiqasî nêrîn û rexneyên wê yên cuda hebin jî timî rayedarên li hember PDK an jî partiyên din ên siyasî uslûba xwe diqet kiriye, ji daxuyaniyên ku rê li ber aloziyan veke dûr maye. Lê belê rayedarên PDK’ê yekser ku Hevserokên KCK û HDP’ê hedef nîşan dide derdixe holê ku heman hesasiyet û dîqet li gel rayedarên PDK’ê nîn in.  Kesên van gotinan dikin, dema behsa têkiliyên baş ên di nav rêxistinên Kurd, kongreya neteweyî û yekîtiyê bikin wê çiqasî samîmî bên dîtin.”
‘EV GOTIN NE BI NIYETEKE BAŞ IN’
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Birêz Hemin Hewramanî ku Hevserokê me kiriye hedef tevî ev ne bes be, bikaranîna  zimanê rêxistinên îstixbaratê  û çapemeniya şerê taybet a li Tirkiyeyê, ku dibêje di nav rêveberiya PKK’ê de cudatî heye nîşan dide ku ne bi niyeteke baş e. Li şûna di nav fikra bê wê bi PKK’ê re çawa têkiliyên baş pêş bixin, bi vî awayî ku dike aşkera ye wê feydeyê nede  ti partiyeke Kurd. Bi taybet gotinên rêxistinên îstixbaratê yên Tirk û qismekî çapemeniyê û hin raydarên dewletê ku dibêjin PKK li Bakurê Kurdistanê nûnertiya hemû Kurdan nake, bi taybet ji devê rayedarekî PDK’ê ku tê gotin  ji hikûmeta Tirk re hatiye gotin, tam jî tê wateya ku tiştekî ne karê wî be pêk tîne. Axaftineke wiha ya Hewramanî bi kîjan exlaqê siyasî ve tê destgirtin.
Birêz Hewramanî û her kesî ku kêmekî zanebûna wî ya siyasî heye dizane ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê ji bo tevayî Kurdistan çi destketî ava kirine û hebûna PKK’ê kîjan destkeftiyan diparêze.  PKK îro li hemû parçeyan ji aliyê gelê me ve bi hezkirin tê hembêzkirin, hebûna PKK’ê ji bo jiyana azad û demokratîk a gelê me yê li tevayî parçeyan garantî ye ku dibîne ji ber vê ye. Tevgera me ya azadiyê ne tenê li Bakurê Kurdistanê, di serî li Başûrê Kurdistanê ji bo gelê me yê li tevayî parçeyên Kurdistanê li gel jiyana azad û demokratîk e û parêzvanê wê ye. Dema êrîşek rû bide ji bo parastina destkeftiyên gelê me yê li Başûrê Kurdistanê di vê biryarê de ye ku fedakariya herî mezin bike. Ev helwesta xwe jî di her êrîşa DAIŞ’ê ya li hember Başûrê Kurdistanê nîşan daye.”
 ‘XWESERÎ WÊ YEKÎTIYA KURDISTANÊ BIHÊZ BIKE’
Li ser gotineke Hewramanî ya bi rêya televîzyonê di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li hember feraseta ku tevgera me ji bo bawerî û civakên cuda xweseriyê nas dike bi hêrs e. Rast e em xweseriya demokratîk a gelê me yê li Şengalê diparêzin.  Divê bê zanîn ku em vê li gor egera paradîgmaya xwe ya bîrdozî û siyasî diparêzin. Li Bakurê Kurdistanê jî di serî de Dêrsim ji bo gelek herêm  xwe bi xwe bi rê ve bibin ku em diparêzin îfadeya wê ye.
Tevgera Azadiyê ya Kurd, li hemberî zîhniyeta dewleta netewe ya xwesertiya gelan û çandên cuda nas nake û yekperest ku Kurdan pir jê kişandiye. Ji ber di neteweya demokratîk a nav dewleta li hember demokrasiyê hestyar de azadî, xwesertî û taybetiya çand û nasnameyên cuda diparêze.  Zîhniyet û projeya Kurdan bigihîne azadiyê û tevayî pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike ev e. Ne mimkun e mirov bi gotinên demagojîk vê paradîgma û projeya ku gel,  mezheb û bawerî di nav azadî û aştiyê de bijîn ji rê derxe.
Di çarçoveyê de ku em xweseriya Şengal û Dêrsimê diparêzin, yekîtiya Kurd û Kurdistanê lewaz nake, berevajî wê bihêz bike. Li Başûrê Kurdistanê nasname û herêmên ku taybetîtiyên wan hene di nav federasyonê de ku xwesertiya xwe bijîn wê tenê federasyona Başûrê Kurdistanê bihêz bike. Ferasetên otorîter ên nîjadperest ku li hember her civakê û li ser her tiştî hakim bim û li gel dewletên li dijî Kurdan feraseta zilmê ava kirine heye yekîtiya Kurdan bihêz nake. Berevajî wê lewaz bike. Ji lewra xweseriya Şengalê ji bo yekîtî û parastina Kurd û Kurdistanê tê destekkirin.
Em naxwazin bikevin polemîka Şengalê. Şengal ji ber kîjan polîtîkayên şaş îro van pirsgirêkan dijî ji aliyê tevayî raya giştî ya Kurd ve tê zanîn. Hemin Hewramanî piştî trajediya li Şengalê ku behs dike PDK li Şengal û Mûsilê parlamenter qezenc kirine bi qasî ku ne watedar e, kesên berpirsiyartiya xwe nayînin cih tîne bîra mirovan.”
 ‘HER KES KETIYE BIN BERPIRSIYARTIYÊ’
“Piştî êşên ku gelê me yê Êzîdî kişand, ji bo gelê me yê  Êzîdî û Şengalê gelê me yê li tevayî parçeyan û hêzên siyasî yên Kurd ketine bin berpirsiyartiyeke exlaqî û polîtîk. Vê berpirsiyartiyê ne tenê rêxistinên siyasî yên Kurd divê tevayî mirovatî hîs bike. Ne PKK, ne YNK, PDK, Goran, ne PYD, PJAK û  rêxistinên din ên Kurd dikarin li hember parastina Şengal û Êzîdiyan bêhestyar bimînin. Ji bo Êzîdiyên Şengalê azadiya xwe bi dest bixin berpirsiyartiya exlaqî û polîtîk a tevayî hêzên Kurd heye.  Ji ber vê yekê PKK jî, PYD jî, KDP, YNK, Goran, PJAK an jî partiyên din jî li Şengalê ne û Hêzên xwe yên Parastina Meşrû dişînin van qadan.  Şengal ji bo di rêveberiya Şengaliyan de be û parastina xwe ya cewherî ew bi xwe bikin divê armanca tevayî rêxistinên Kurd be.  Eger nêzîkatî wer be em di wê baweriyê de ne ku wê federasyona Başûrê Kurdistanê bihêz bibe.
Di gotinan de tê diyarkirin ji serkeftinên Barzanî yên li Şengalê acizî heye. Nirxandinên wiha rastiyan îfade nakin.  Rayedarên PDK’ê jî dizanin ku du meh in ji bo tevgereke leşkerî bê lidarxistin tevgera me pêşniyar kiriye. PDK’ê ev pêşniyara me red nekiriye, lê ji bo pratîkkirina wê jî ti gav neavêtiye. Di encama wê de tevgereke ku cuda cuda hat pêşxistin derket holê. KCK hê jî vê nêrînê diparêze ku ne cuda cuda di bin banê fermandariyeke hevpar de divê Şengal bê azadkirin.
KCK’ê diyar kir ku dema ku Îraq mafê Kurdan nas nake, li gorî madeya 140’an tevnagere wê hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û rêveberiya wê dibêjin ku mayîna wan a di nava Iraqê de zehmet be. Hevserokatiya me û tevgera me jî dibêje ku ancax li Iraqê yekîtî û demokrasî pêk bê ku hemû mafê gelê Kurd bi awayekî neteweyî û civakî qebûl bike. Wê bi naskirina mafê gelan û baweriyan re cudabûn pêk bên.
‘KONGREYA NETEWEYΠ KIRINA MIJARA POLEMÎKÊ EM RAST NABÎNIN’
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê destnîşan kir ku nêrîna ku dibêje PKK Kongreya Neteweyî asteng dike jî ji rastiyê dûr e û wiha hat gotin: “ Tevgera me ji bo kongreyê Hevserokatiyê diparêze û der barê delegasyonê de jî nîqaş hatine kirin. Di mijara delegayan de birêz Hewremanî hejmara ku daye ne rast e. Berevajî vê yekê wan bixwe xwestibû ku degeleyên Bakur û Başûr wekhev bin. Ev hemû mijar jî hê di asta nîqaşê de bûn. Ti biryar nehatibûn dayîn. Xitimandin ji komîteya amaderkar û saziyên ku di dema xwe de kar û barê xwe ne kiriye qewimiye.  Weke ku tê zanîn berê ti dîrok nehatibûn dayîn lê piştî ku li Başûr hilbijatinan destpê kir kongreya navneteweyî jî hat taloqkirin. Em mijarên girîng ên wekî kongreya neteweyî naxwazin bibin mijara polemîkan û vê yekê jî rast nabînin.”
Komîteya Têkiliyên Derve ya  KCK’ê destnîşan kir ku di serdemek ku pêdivî bi yekitiya neteweyî û têkoşîna hevpar heye divê ku hemû partiyên Kurd û tevgerên siyasî yên Kurd biberpirsyarî tevbigerin û ev tişt hat ziman: “ Wê hêzên siyasî nêrînên xwe bînin ziman. Lê biryara der barê statûbûna Şengalê de wê Şengalî bidin. Divê ku hemû hêzên gelê Kurd li hemberî DAIŞ’ê bibin yek û Şengalê azad bikin. Divê ku têkoşîna li Kobanê tê dayîn jî bê pergal kirin. Hemû daxuyanî û nerînên hevpar ku xizmetê vê pergal bûnê bikin wê girîng bin.”
 ‘EM PDK’Ê VEDIXWÎNIN BERPIRSYARIYÊ’
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi van gotinan daxuyaniya xwe bi dawî kir: “Bi taybetî dema ku behsa serokên tevgera bên kirin divê ku kesên berpirsyar baldar tevbigerin. Rayedarên PDK’ê piştî ku Cemîl Bayik bû hevserok êrîşên wan û yên ji beşek ji çapemeniya Tirkiyeyê û hin hêzên siyasî dest bi êrîşan kirin. Ev helwesta çapemeniyê helwesteke xetere. Ji ber vê jî em rayedarên PDK’ê vedixwînin berpirsyartiyê û dibêjin ku bila dest ji vê helwesta xweya şaş berdin. Ji ber ku ev helwestên bivî awayî xizmeta gelê Kurd nakin. Em weke KCK’ê bang li partî û hêzên siyasî dikin ku bi berpirsyartî tevbigerin û pirsgirêkên heyî bi nîqaşan çareser bikin.”
 http://ku.firatajans.com/news/cihan/ji-komiteya-tekiliyen-derve-ya-kck-e-daxuyaniya-hewramani.htm

Viewing all articles
Browse latest Browse all 1802

Latest Images

Trending Articles



Latest Images