Quantcast
Channel: Transnational Middle-East Observer
Viewing all articles
Browse latest Browse all 1802

Hemin Hawrami (KDP) response to Karayilan/Bayik/Demirtas (PKK)

$
0
0
HEWLÊR, 26/12 2014 — Berpirsê têkiliyên derve yê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Hêmin Hewramî duhî êvarî di programeka TV de got Şingal parçeyeka ezîz ya axa Kurdistanê ye û got dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Hisên û Daişê jî nekariye Şingalê ji Kurdistanê cida bikin û Cemil Bayik jî nikare.

Hêmin Hewramî di hevpeyvîna ko duhî êvarî di Zagros TV de belav bû got daxuyaniyên berpirsên PKK-ê yên di heqê Şingalê û Kerkûkê de ji PKK-ê mezintir in û ajandaya hinek welatên herêmî li pişt van daxuyaniyan e û got:

— Bi qenaeta me ev ne helwêsteka şexsî ye. Ev planeka nexşekirî ye: Ji aliyekê ve hevserokê HDP-ê Selahattin Demirtaş dibêje çênabe ko Şingal vegere ser herêma Kurdistanê û ji aliyê dî ve Cuma yanî Cemil Bayik ji rojnameya The Guardina ingilîzî re axaftiye û dibêje divêt Iraq yekgirtî bimîne û dibêje bila li Şingalê, li Xaneqînê, li Kerkûkê û cihên dî kanton bên ava kirin û behsa "îdareya xweserî" ya ko li rojavayê Kurdistanê jê re dibêjin "îdareya xwelîserî" bêt ava kirin. Heger tu li nivîseka ANF-ê binêrî kesekî bi navê Sinan Cudî ko em piştrast in yek ji rêberên PKK-ê ye bi awayekê wisa behsa biserketinên pêşmergeyan dikin ko mirov pêdihese ew ji vê aciz in.

— Wisa xuya dibe ko rêberên PKK-ê ji biserketinên pêşmergeyan, ji biserketinên eskerî û dîplomatîk yên serok Barzanî aciz in. Pêşmegeyan karî di mideta 48 seetan de 3 000 kmçargoşe axa Kurdistanê ji destê terorîstên Daişê rizgar bikin û çiyayê Şingalê azad bikin. Malbatên kurdên êzdî yên li çiyayê Şingalê û pêşmergeyên li çiyayê Şingalê hatin rizgar kirin û me karî du korîdoran bo çiyayî vekin: Yek korîdora Zumar–Şingalê û ya dî jî korîdora Rebîe–Şingalê. Heta ew 120 gerîlayên YPG-ê yên li serê çiyayê Şingalê bûn pêşmergeyan ew jî azad kirin ji ber çiya di bin ablokeya terorîstên Daişê de bû.

— Bi qenaeta me ev helwêsta berpirsên PKK-ê rengek ji korfêmiya wan ya hizbî ye. Ev helwêsta wan rengek ji pêkanîna ajandaya hinek aliyan û bi qenaeta me ew ajanda ji PKK-ê mezintir e. Ajandayeka di asta herêmî de ye ko dibe ew [yanî hinek dewletên cîran] ne kêfxweş bin ko kurd li hemberî hêzeka terorîst serdest bin. Hîç baweriya min bi teoriyên komplowarî nîne. Lê belê dema ko em li daxuyaniyên van berpirsên PKK-ê temaşa bikin divêt em bizanin ka kî jê faydeyê dibîne û kî jê zererê dibîne.

— Dema ko yek bibêje çênabe ko Şingal bêt ser herêma Kurdistanê û çênabe ko Kerkûk bêt ser herêma Kurdistanê û di vê demê de behsa yekparçetiya Iraqê bike yan jî me bi avakirina dewleteka neteweyî ya "faşîst" tohmetbar bike û rênede êzdî, xisristyan û aliyên dî. Ev hemî delîlên wê yekê ne ko ajandayek heye û dixwaze kurd pirtûbelav bin û lawaz bin. Dema ko kurd pirtûbelav bin û lawaz bin hingê hêzên nekurd dikarin ajandaya xwe di nêv hinek aliyên kurdî de bi cih bikin. Mixabin hinek hêzên dî yên kurdî jî hene ko bi zanîn yan ne bi zanîn tevlî van ajandayên biyanî dibin.

— Bi min xerîb e ko yekî wekî Selahattin Demirtaş ko ew bi xwe kurdî jî nizane û xwe wekî hevserokê HDP-ê dizane wiha dibêje. Di eslê xwe de baweriya wan bi mafê çarenivîsê yê xelkê Kurdistanê nîne. Ew tenê behsa "îdareyeka demokratîk" dikin ko goya hîç ferqûcidahiyeka qewmî tê de nebe. Bi min xerîb e ko hinek kesên li derveyî herêma Kurdistanê ko kurdî jî nizanin bên û li ser Şingalê baxivin.

— Yên ko heqê wan heye li ser Şingalê baxivin du alî ne: Yek: Xelkê Şingalê bi xwe ne, yanî xuşk û brayên me yên êzdî ne. Dido: Ew pêşmegeyên qehreman û ew alî ne ko ji bo Şingalê xwîn rijandine. Tenê van herdu aliyan heq heye ko li ser Şingalê baxivin.

— Siyaseta me û cenabê serok Barzanî di heqê rewşa Sûriyeyê de aşkera ye. Rewşa Sûriyeyê gelek aloz e. Di nêvbera gelek aliyan de şer heye. Şerê rejîmê û mixalefetê ye, şerê mixalefet û mixalefetê ye, şerê El-Qaîde û rejîmê ye, şerê El-Qaîde û mixalefetê ye, şerê Daiş û rejîmê ye, şerê Daiş û mixalefetê ye û şerê nêvbera hêzên mezin yên dinyayê ye da hesabên xwe li wêderê ji hev safî bikin. Lewra siyaseta me ew bû ko kurd di van şeran de nebin teref û em lêbixebitin ka ji bo kurdan çi bi dest dikeve û kurd jî divêt yekgirtî bin. Yanî hem brayên me yên PYD-ê û hem brayên me yên ENKS-ê divêt bi hev re kar bikin. Sala 2012-ê cenabê serok Barzanî peymana Hewlêrê di nêvbera wan de çêkir û herî dawiyê jî peymana Dihokê organîze kir da kurd yekgirtî bin.

— Mixabin ko brayên me yên PYD-ê nebûn pêbendê peymanên berê û em dixwazin vê carê pêbendê peymana Dihokê bin. Em dixwazin ko kurdên Sûriyeyê bi hev re biryarê li ser formê îdarî yê xwe bidin û ne PYD tenê. Sîmayekê kurdîniyê bi kantonên PYD-ê ve diyar nîne. Negotine"kantonên rojavayê Kurdistanê". Navekê kurdistanî li ser nîne, alaya Kurdistanê li ser nîne û pêkhateyên dî yên Kurdistanê beşdarî îdareya wan kantonan nebûne.

— Em careka dî dibêjin: Şingal parçeyeka ezîz ya başûrê Kurdistanê ye. Bi Sedam û be‘siyan û bi erebkirinê nekarîn j Kurdistanê cida bikin. Daişê nekarî ji Kurdistanê cida bike. Lewra daxuyaniyên Cemil Bayik jî nikare ji Kurdistanê cida bike.

— Çima Cemil Bayik behsa Celewlayê û Sediyeyê nake. Çima behsa mîlîsên şîî ko li Kifriyê heqaret li xelkê me dikirin nake. Bi qenaeta me ev ajandaya ko PKK behsê dike ji PKK-ê mezintir e û ajandayek e ko naxwazin Kurdistan ber bi serxwebûnê û ber bihêzbûnê ve biçe. Careka dî dibêjim: Şingal parçeyeka ezîz û parçenebar ya Kurdistanê ye. Partiya Demokrat ya Kurdistanê di hemî hilbijartinan de piraniya dengên xelkê Şingalê standiye. Bo nimûne ji wan heşt perlamenterên Parlamentoya Iraqê ko li wîlayeta Mûsilê ketine destê kurdan de şeş jê bi dengên kurdên êzdî û xelkê Şingalê bû. Niho jî li pêşmergeyên me temaşa bikin, li serkirdeyên me temaşa bikin, li cenabê serok Barzanî û cenabê Mesrûr Barzanî bikin ko yekser ew nexşesazên plana azadkirina çiyayê Şingalê û Şingalê ne.

Di heman hevpeyvînê de Hêmin Hewramî got heger ne ji serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bûya sala 2002-yê Emerîkayê dê li Qendîlê li bingehên PKK-ê daba û niho Cemil Bayik û kesên dî nedikarîn xwe li wêderê biparêzin jî.

Hêmin Hewramî got serokê Kurdistanê ji bo parastina Kobanê jî gelek zorî da Emerîkayê û hêzên koalîsyonê da li wêderê li Daişê bidin û got li bakurê Kurdistanê jî wan ji Tirkiyeyê re gotiye ko doza miletê kurd ji PKK-ê mezintir e û PKK tenê temsîla 20 milyon kurdên li bakur nake.

Vîdeoya hevpeyvîna Zagros TV ya digel Hêmin Hewramî li xwarê ye:

https://www.youtube.com/watch?v=6ylhh37FGo0


http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=1&ArticleNr=8482#.VJ0jwdmAA

Viewing all articles
Browse latest Browse all 1802

Latest Images

Trending Articles



Latest Images